Îlon 21, 2017 17:35 Asia/Tehran
  • Dijberîya Amerîkayê li hemberî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê

Wezareta karên derve ya Amerîkayê, li dijî lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê derket.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Hêdir Naort (Heather Nauert) berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê bi daxûyanîyekê ragihand: Waşîngton li dijî giştpirsîya kurdên Iraqê ya ji bo cidabûna ji vî welatî ye û ji rêvebirên kurd ên iraqî dixwaze ku bi dewleta navendî re muzakirê bikin.

Berpirsên amerîkî berî vîya jî bi şêwazên curbicur dijberîya xwe li hemberî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê ragihandibûn.

Bilî Amerîkayê, welatên navçê, NY û welatên rojavayî jî li dijî biryara kurdan a lidarxistina giştpirsîya cidabûna ji Iraqê ne.

Biryar e ku Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25`ê Îlonê de giştpirsîyê li dar bixe.