Îlon 21, 2017 11:07 Asia/Tehran
  • Peymana Qedexetiya Çekên Navokî li NY hat wajokirin.

Nêzikî 50 welatên cîhanê Peymana nû ya Qedexetiya Çekên Navokî wajo kirin.

Peymana Nû ya Qedexetiya Çekên Navokî Tîrmeha buhurî ji aliyê 122 welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) hatibû pesendkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransdayê, bi zêdebûna kêşeyan li Nîvgirava Koreyê, nêzikî 50 welatan pû di serê wan da Birizîlê roja Çarşemiyê li baregeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyoyorkê, Peymana Nû ya Qedexetiya Çekên Navokî wajo kirin ku piştî 90 rojan dê were cihanîn.

Tu yek ji 9 welatên xwedana çekên navokî beşdarî pesendkirina Peymana Nû ya Qedexetiya Çekên Navokî nebûn û sê welatên xwedan çekên navokî yên endamê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) yanê, Brîtanya, Franse û Amerîkayê ragihandin ku tu meyl û meraqa wan li vî warî da tune.

Li vî halî, Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) Soznameya Qedexetiya çekên navokî dûrî rastbîniyê da zanîn û hişyarî da ku qedexebûna çekên navokî ji rêya peymana ku tu yek ji welatên xwedan çekên navokî têda beşdfar nînin, bibandor nîne û alîkariyekê bona kêmkirina cebilxaneya navokî nake.

Li gorî Peymana Nû ya Qedexetiya Çekên Navokî, welatê ku xwedana çekên navokî ye û dibe endamê vê peymanê, divê cebilxaneya navokî û hemî navendên têkildarî wê di heyameke demî ya diyarkirî ji nav bibe.

Armanca sereke ya Peymana Nû ya Qedexetiya Çekên Navokî  pêkanîna pîvaneke hiqûqî ji bo xerakirina rûveta welatên xwedan çekên navokî  û anîna zexta siyasî ji bo cihanîna sozên Jiçekkirina Navokî ye.