Îlon 18, 2017 11:54 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi asîdê li ser çar jinên amerîkî li Fr ansê

Polîsê Frasnê ragihand ku çar jinên amerîkî li bajarê Marsêya vî welatî ketine ber êrîşa bi Asîdê.

Li gorî rapora kanala CNN News`ê, polîsê Fransê ragihan dku ev êrîş roja Yekşemiyê li rawestgeha trênê ya Çarlêzê ya bajarê Marsêyê qewimî û êîrîşeke têrorîstî nebûye.

Polîsê Fransê her wiha ragihand ku jinekê ku pêştir pirsgirêkên xwe yên psoykolojî û derûnî hebûye, têkidlarî vê bûyerê hatiye girtin.

Li gorî vê raporê, du welatiyên amerîkî li vê êrîşê hin birîn li ser şikilê wan çêbûne.

Li pey wê êrîşê, hêzên hawargihan bi çar erebeyên taybet xwe gihandine cihê qewimîna bûyerê li bajarê Marsêyê.

Eva li halekî ye ku bûyerên têrorîstî di salên dawî da li welatên ewropî ji wan Fransayê zêde bûne.

Piştgiriya Amerîka û welatên rojavayî ji têrorîstan li Sûriyê bûye sedem ku têrorîsm li cîhanê berfire bibe.