Îlon 18, 2017 11:19 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî nijadperestiyê li Amerîkayê

Bajarê Sênt Loîsa Amerîkayê di sêyemîn roja li pey hev da bû qada xwenîşandana li dijî hikmê dadgehê li ser bêgunehzanîna polîsê kujerê reşçermekî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, bi sedan kes ji xwenîşanderan ku di sêyemîn roja li pey hev derketibûn nav kolanên Sênt Loîsê, bingehînbûna nijadperestiyê li Amerîkayê bi taybet li nav hêzênb polîs şermezar kirin.

Xwenîşanderan li bajarê Sênt Loîsê bi bilindkirina hin dirûşmeyan daxwaza cihanîna edaletê kirin.

Dayîna hikmê bêgunehbûna polîsê sipîşerm ku ciwanekî reşçerm di sala 2011`an da kuşt, bûye sedema lidarxistina xwenîşandanan çend rojên buhurî li bajkarê Sênt Loîsê.

Cêyson Sêtlî, polîsê sipîçerm li parêzgeha Mêysoriyê di sala 2011`an da ciwanekî reşçerm ê 24 salî bi navê Antonî Lamar Smît bi gulleyê kuşt; Lê dadgehê polîsê kujerê wî, bêguneh zaniye.

Hin mêdyayan ji ber hejmara zêde ya kuştina reşçerman bi destê polîsan li parêzgeha Mêysoriyê, ev parêzgeh wek "Kuştingeha Reşikan" dane zanîn.