Îlon 18, 2017 10:18 Asia/Tehran
  • `Apê` daxwaza pêngavrakirina cîhanî li dijî Koreya Bakur kir

Serokwezîrê Japonê daxwaza zexta hevaheng a hemî welatên cîhanê li ser Koreya Bakur kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, seropkwezîrê Japonê, Şênzo Apê li axaftineke bigef bal kişande ser avêtina mûşeka navînmenzîl a Piyong Yangê ji ser esmanê Japonê û ev kar wek binpêkirina biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn û xwest ku welatên cîhanê bi awayekî hevaheng zextên xwe li sr vî welatî zêdetir bikin û boykotan ser vî welatî bisepînin.

Rayedarên Koreya Bakur ragihandine ku tu bandora van boykotan tine û nabe sebeb ku ev welatan dev ji helwêstên xwe yên bingehîn berdr.

Koreya Bakur roja Îniyê mûşekek ji ser esmanê Japonêî avêt ku duyem pêngava vî welatî ji vê cûreyê ye.

Koreya Bakur bi caran ragihandiye heta wê demê ku Amerîka boykotkirin û zexta li dijî Piyong Yangê bidomîne, hema wisa şiyana xwe ya mûşekî û navokî wek hokareke pêşîlêgir li hemberî Amerîkayê wê bidomîne.