Îlon 16, 2017 19:39 Asia/Tehran
  • Rewşa dijwar a insanî ya awareyên miyanmarî li Bengiladêşê

Rewşa insanî li Bengiladêşê bi revîna bi sedan misilmanên rûhîngîyayî ji Miyanmarê her ku diçe girantir dibe.

Nêzî 400 hezar kes heta niha ji Miyanmarê revîne Bengiladêşê ku cînarê Miyanmarê ye û yek ji welatên herî hejar ên cîhanê ye.

Bi sedan aware ku jin, zêç û zarokan digirin ber xwe, îro giheştin sînorê Bengiladêşê. Wêneyên vê revînê gellek serhejîner in.

NY, bûyerên li Miyanmarê `` paqijkirina qewmî`` wesif kirîye.

Hinek ji gelê Miyanmarê behsa rewşa giran a jîyana xwe dikin û ew dibêjin ku agir berdane cî û malên wan û artêşa Miyanmarê vî karî dike.