Îlon 16, 2017 17:38 Asia/Tehran
  • Pêgîriya komên îslamî yên Bengiladêşê li ser şerê dijî dewleta Miyanmarê

Bi hezaran kes ji piştgirên komên îslamî li Bengiladişê, bona piştgîriya ji misilmanên Ruhîngiyayê, xwenîşandana li dar xistin û xwestin ku dijî dewleta Miyanmarê, şerr pêk were.

Li gorî rapora ISNA`yê, çavkaniyeka ewlehiyê li polîsê Bengiladêşê, ragihand, xwenîşander li hember serkutkirina rûnîştiyên eyaleta Raxînê ji aliyê hêzên ewlehiya Miyanmarê, nerizamendiya xwe nîşan dane û hewldanên navneteweyî bona piştgîriya ji misilmanên Ruhîngiyayê bi qasê têrê nezanîn û wan şermezar kirin.

Ev çavkaniya herwiiha ragihand, herîkêm 15 hezar kes ji alîgirên pênc komên îslamî yên li Bengiladişê ji wan koma tundrê ya Parêzvanên Îslamê, li xwenîşandana li ber mizgevta herî mezin a welêt a li DAKAyê beşdar bibûn.

Nûr Hisên Qasimî, serokê pişka Dakayê ya li koma Parêzvanên Îslamê, got: Dewleta Miyanmarê, komkujî cih aniye û malên xelkê eyaleta Raxînê şewitandine.

Li gorî ragihandina Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), ji 25`ê meha Tebaxê ve heya niha ku şidetên artêşa Miyanmarê û bûdaiyên tundrê dijî misilmanên Ruhîngiyayê, zêde bûne, nêzî 400 hezar kes ji misilmanên Ruhîngiyayê ji tirsa canê xwe awareyên Bengiladişê bûne. Zêde ji şeş hezar kes ji misilmanên Ruhîngiyayê, hatine kuştin û heşt hezar kesên din jî birîndar bûne.