Îlon 15, 2017 20:13 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî nijadperêjiyê li Amerîkayê

Bi sedan kes ji xelkê bajarê Birikliya eyaleya Kalîforniyayê dijî gotinên nijadperêziye pêşkêşkarekî binav ê telivîzyona Amerîkayê xwenîşandan birê xistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Associated Press`ê Bi sedan kes ji xelkê bajarê Birikliya eyaleya Kalîforniyayê dijî gotinên nijadperêziye Bin Şapîro pêşkêşkarekî binave telivîzyona Amerîka li hemberî avahiya vê telivîzyonê xwenîşandan birê xistin û gotinên wî mehkûm kirin.

Xwenîşanderan dijî Faşîzm, nijadperêziya postsipiyan û Donald Trump serokkomarê Amerîka diroşm dan.

Hinek ji xwenîşanderan jî pilakardên dijî Bin Şapîro rakiribûn û ji zanîngehên Amerîkayê xwestibûn ku îdî nehilibin ev pêşkêşkarê telivîzyonê biaxive.

Van rojana her çend li nav Amerîkayê ji ber siyasetên nijadperêziye Donald Trump serokkomarê Amerîka aloziyên zav li nav vî welatî çê bûye lê dîsa jî ew pişta nijadperêzên vî welatî digire.