Şepirzetiya dewleta Trump der barê Îranê
Hevgavê raghandina navên nû yên hejmarek ji welatî û şîrketên îranî li lîsteya boykotên Emerîkayê, dewleta vî welatî rawestandina boykotên navokî li dijî Komara Îslamî ya Îranê heya 120 rojên din jî dirêj kir.
Bi vê kiryarê, ji aliyekê ve hejmara kes û şîrketên îranî li lîsteya boykotên Emerîkayê zêde dibe û ji aliyê din ve Emerîka neçar dibe tim ser berpirsiyariyên xwe li hember hevhatina navokî bimîne. Helbet wezareta karên derve ya Emerîkayê tekez kiriye ku nabe ev kiryara wek nîşanek ji helwesta dewleta Tump li hemer hevhatina navokî tev Îranê bê zanîn.
Li mehên derbasbûyî, dewlta Emerîkayê, reftarên dijhev û aloz li hember berpirsiyariyên xwe li çarçoveya rêketinnama navokî nîşan daye. Rayedarên Waşengtonê ji wan Donald Trump, serokkomar û Nîkî Hîlî, nûnera Emerîkayê li NY berdewam behsa binpêkirina riha rêketinnama navokî ji aliyê Îranê û pêwîstiya venihêrîna hevhatinnama navokî kirine.
Lê hevgav dewleta Emerîkayê jî rawestana 120 rojî ya boykotên navokî yên Îranê dirêj kiriye. Ev mijara nîşan dide ku du salan piştî cihhatina hevhatian navokî navbera koma Îranê û koma 5+1 û her wiha dubarekirina berdewam a sekinîna Komara Îslamî ya Îranê ser sozên xwe hîn Emerîkayê nekariye li bara yek ji hevhatinnameyên çendalî yên salên derbasbûyî biryara dawiyê bide.
Ev alozî û şepirzetî jî bingeha wê li hevrikiya tund a hêzên siyasî li nava vî welatî ye. Ji aliyekê ve komek ji siyasetvan û karzanên emerîkî îdia dikin ku li rêketinnama navokî, çavrêtiyên Emerîkayê jibo neçarkirina Komara Îslamî jibo ku xebatên mûşekî û navçeyî yên xwe venihêre, cih nehatiye. Loma Waşengton divê bêyî berçavgirtina hêrsbûn û nerazîbûnên cîhanî ji vê hevhatinê derkeve. Tevî ku devojeniyên berdewam ên Donald Trump li heyama hevrikiyên hilbijartinê û piştî wê li dema serokkoamriyê li dijî rêketinnama navokî, dewleta Emerîkayê li bara vê meselê daniye rewşeke dijwar de.
Lê komeke mezintir pêka kome ewilî, li Emerîkayê bawer in ku selimandina binpêkirina rêketinnama navokî an nesekinîna Îranê ser hevhatina navokî tevî piştrsatkirinên berdewam ên ajansê nemumkin e. Tevî ku piştgiriya welatên ewrûpî, Rûsiye û Çînê û NY ji dewama hevhatina navokî tev Îranê dewleta Emerîkayê rastî xetera tecrîda siyasî aniye.
Loma ev koma tevî rexnekirina Îranê li bara mijarên netêkildarê rêketinnama navokî, daxwaza dewama sekinîna Waşengtonê ser vê hevhatinê dikin.
Ji ber vê rewşê, dewleta Trump jibo kişandina bala koma dudiyan, rawetandina demkî ya boykotên navokî li dijî Îarnê cardinê dirêj kir û jibo rezamendiya koma ewil jî, hejmarek din ji welatî û şîrketên îranî daniye nav lîsteya boykotan, reftara ku şepirzetî û sergerdaniya emerîkiyan nîşan dide.