Îlon 15, 2017 15:33 Asia/Tehran
  • Gotûbêja wezîrên karên derve yên Emerîka û Rûsiyê li bara Sûriyê

Wezîrên karên derve yên Emerîka û Rûsiyê li peywendiya telefonî li bara hevkariya Moskowa û Waşengtonê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê gotûbêj kir.

 Li gorî rapora kanala  Sky News`ê, Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê û Sergeyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja îniyê her wiha li bara  navçên  kêmkêşe li Sûriyê gotûbêj kirin.

 Wezareta karên derve ya Rûsiyê jî ev gotûbêja  telefonî piştrast kir û raghand ku hevkariya jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê ji mijarên sereke li gotûbêja  Lavrov û Tîlêrson bûye.

 Pêştir  hin çavkaniyên  agehdar ji civîna Astanê, behsa  hevhatina  Rûsiyê, Îran û Tirkiyê jibo avakirin û  tesbîtkirina  navçên  kêmkêşe  li Sûriyê agahî dabû.

  Dewra şeşan a civîna  sûrî ya  Astanê, roja pênşemiyê 14 Îlonê li paytexta  Qezaqistanê destpê bû.

 Heya niha  pênc dewreyên  muzakirên  di asta bilind li Astanê bi beşdariya  taximên  dewleta Sûriyê , neyarên çekdar ên ku  peymana agirbesa berfireh qebûl kirine û welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê wek garantîkirê aşitiyê li Sûriyê hatiye lidarxistin.

 Encama  sereke  ya van muzakiran, wajokirina hevhatinnama  avakirina  navçên  kêmkêşe li Sûriyê bûye.

 Ev muzakire bi dahêneriya  Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya  Rûsiyê û Tirkiyê bi armanca  damezrandina  aşitiyê li Sûriyê hatiye lidarxistin.