Tebax 23, 2017 09:12 Asia/Tehran
  • Berteka fermandarên artêşa Amerîkayê li hemberî gotinên Trump

Hejmarek fermandeyên artêşa Amerîkayê ji serokomarê vî welatî bi hegera gotinên wî li bara şîdeta rastgirên tundrê û komên nijadperest li bajarê Şarlotzvîla eyaleta Vîrcînîyayê rexne girtin.

Li gorî rapora televîzyona Euro News`ê, berteka fermandeyên artêşa Amerîkayê li hemberî gotinên serokomarê vî welatî li halekî ye ku axavtina rayedarên leşkerî têkildarî pirsgirêkên navxweyî li dîroka Amerîkayê kêm dikeve ber çavan.

Rexnegirtina fermandeyên artêşa Amerîkayê ji komên rastgir ên tundrê û nijadperest ji ber wê girîng e ku Donald Trump hemî komên têkildarî pevçûn û gêreyê sedema şîdetên Şarlotzvîlê zanîn û bi vî awayî çalakên dijî nijadperestîyê û rastgirên tundrê wekhev zanîn.

Li xwenîşandana dijî nijadperestîyê ya ku 12`ê Tebaxê li bajarê Şarlotzvîla eyaleta Vîrcînîyayê hat lidarxistinê, xortekî bi maşînê da ser xwenîşanderan ku di encamê de jinek hat kuştinê û 19 kes jî birîndar bûn.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê komên nijadperest û serdestîxwaz ên vî welatî ji ber bûyerên tund ên li bajarê Şarlotzvîlê, şermezar nekirin, lewma niha pêrgî rexneyên tund ên derdorûn navxweyî bûye.