Tebax 17, 2017 10:52 Asia/Tehran
  • Trump konseyên Rawêjkarên Pêşeyî û Aborî hilweşandin

Donald Trump serokomarê Amerîkayê duh du konseyên ku jibo dayîna rawêjkarîyên aborî û pêşeyî jibo wî hatibûn pêkanînê, hilweşandin.

Li gorî rapora Fars News`ê, ev du konse ku ji rêvebirên taciran û şîrketên berhemanînê pêk dihatin jibo dayîna rawêjkarîya di warên berhemanîn, karkirin û jordabirina asta geşatîya aborîya Amerîkayê hatibûn damezirandinê.

Mêdyayên Amerîkayê berî daxûyanîya Trump a hilweşandina du konseyên aborî û pêşeyî ragihandibûn ku Îng Salîn rêvebirê şîrketa 3M`ê vekişîna xwe ji Konseya Berhemanînê ragihand û bi vî awayî hejmara rêvebirên ku ji desteya rawêjkaran wêde çûne giheşte 11`ê.

Berî wî jî 3 endamên din ên vê konseyê wek berteka li hemberî piştgirîya Trump ji komên nijadperest, ji Konseya Berhemanînê wêda çûbûn.