Lavrov: Moskov jibo navcîtîya li çareserkirina qeyrana Qeterê amade ye
Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê got, welatê wî piştgirîyê dide helwdanên navcîtîyê yên mîrê Kuweytê jibo çareserkirina qeyrana dîplomatîk a Qeterê û di eynî demê de jibo navbeynkarîya di çaçrova çareserkirina vê qeyranê de ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Sêrgêy Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê ragihand: Moskova amade ye heke daxwaza navcîtîyê bê kirinê, jibo çareserkirina qeyrana dîplomatîk a Qeterê bibe navbeynkar.
Wî herwiha got:Heke alîyên curbicur biryarê bidin ku erê Ûrsêt dikare bikêrî çareserkirina minaqişê were, em amade ne ku vê daxwazê qebûl bikin.
Lavrov herwiha got: Ûrsêt kurdên Sûrîyê li demajoya lihevhatina li vî welatî xwedîyê roleke girîng dizane û kurdên sûrî divê bikaribin li muzakiran li rex komên din ên vî welatî pişkdar bibin.