Tîrmeh 25, 2017 13:49 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana gelê Spanyayê jibo piştgirîya ji mizgevta Eqsayê

Bi sedan kes ji gelê Spanyayê li bajarê Madrîdê xwenîşandanek bi nîşana piştgirîya ji gelê Filistînê lidar xistin û kiryarên bikîn ên Rêjîma Sîyonîst li rexê rojavaya çemê urdinê şermezar kirin.

Li gorî rapora Rojnama Al Yewm Al Sabi ya Misrê, Mûsa Amir Ewde sefîrê Filistînê li Spanîyayê jî li koma xwenîşanderên spanîyayî bû.

Sefîrê Filistînê li Spanyayê ji dewleta vî welatî xwest ku hem şiklên ticaret, sermayedanîn û rêketinamên ligel rêjîma Telavîvê ku rêjîmeke têrorîst e, rawestîne.

Xwenîşander li meydana Sêvîl a Madrîdê kom bibûn û bi durişman piştgirî dan gelê Filistînê û xwestin ku Israîl bê boykotkirin û tekez kirin ku Fiilstîna dagirbûyî divê bê azadkirin û derîyên mizgevta Eqsayê jî ser filistînîyan û her kesî da bên vekirinê.

Xwenîşanderên spanyayê herwiha ji NY, YE û dewleta Spanyayê xwestin ku pêngavên lezgîn jibo pêkanîna aştî û edaletê ser xêra filistînîyan rakin.