Tîrmeh 25, 2017 11:04 Asia/Tehran
  • Pêşnîyara NATO`yê jibo navcîtîyê di navbera Alman û Tirkîyê de

Sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Peymana Atlantîka Bakûr (NATO) pêşnîyara aştîyê jibo kutabûna asêbûna peywendyên Tirkîye û Almanê da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Yêns Stoltênbêrg sêkrêtêrê giştî yê NATO`yê di çaçrova kêmkirina gêreya di navbera Berlîn û Enqerê de pêşnîyar daye ku hevdîtinek di navbera parlimanterên almanî û serbazên vî welatî yên li baregeha hewayî ya Incîrlîk a Tirkîyê de pêk bê.

Di vê çarçovê de, Pîyêrs Kazalt berdevkê NATO`yê ragihand: Sêkrêtêrê giştî yê vê sazîyê pêşnîyar kirîye ku ew di çarçova NATO`yê de jibo seredana parlimanterên almanî ya baregeha hewayî ya Konyayê amadekarîyan bike.

Wî herwiha got: Baregeha hewayî ya Konyayê ya Tirkîyê li warê opêrasyona NATO`yê jibo têkoşîna dijî DAIŞ`ê gellekî girîng e.

Yêns Stoltênbêrg li halekî pêşnîyara navcîtîyê di navbera Berlîn û Enqerê da kirîye ku Tirkîyê dil heye li bi sedema şîrketên almanî lêgerîn û teftîşê bike. Tirkîye idia dike ku vî karî di çaçrova têkoşîna dijî têrorîsmê de dike.

Li alîyê din, Alman jî bi berfiretî ji ber kiryarên serkutkirane yên Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê yên li dijî opozosyona vî welatî piştî derba sala buhurî dilgiran bûye. Ev dilgiranî nemaze piştî girtina 6 çalakên mafên mirovan ku yek ji wan welatîyê almanî ye, zêde bûne.