Fukara Îtalyayê ji dûhatên însanî yên nakokiya navbera Erebistan û Qeterê
Wezîrê karên derev yê Îtalyayê li bara dûhatên însanî yên nakokiya erebî û kiryara Erebsitanê derheq girêdana sînorên bejahiyê ser Qeterê dilgiraniya xwe da xûyanê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ancêlîno Alfano wezîrê karên derev yê Îtalyayê piştî hevdîtina xwe ya tev hevtayên îmaratî û erebistanî yên xwe li Romayê, roja duşemiyê li daxûyaniyekê hêvî kir ku sînorên bejahiyê navbera Qeter û Erebistanê vebin.
Alano fukara xwe li bara dûhatên însanî yên qeyrana pêkhatî navbera Erebistan û Qeterê nîşan da û got: Dikarin bi nêta xêrê, sînorê bejahiyê navbera Qeter û Erebistanê vekin û vegerînin rewşa wê ya berê.
Ancêlîno Alfano pejirandian qanûna nû ya rawestana li ber piştiriya aborî ji terorîzmê li Qeterê nîşan a alugurên erênî û berpirsiyariya vî welatî li rawestana li ber terorîzmê nirxand.
Wezîrê karên derve yê Îtalyayê destnîşan kir: Welatên ereb ên derdora kendava Farsê jibo rawestana hevpar li hember terorîzmê û fanatîzmê, hevcedarê sererastkirina nihêrîn û hevkariyên xwe ne.
Erebistan, Misr, Îmarat û Behreyn, 5 Hezîranê ragahndin ku peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re qut kirine û hin boykot li dijî vî welatî kivş kirin.