Serokkomarê Qezaqistanê: Navenda hewayî ya Emerîkayê li Qezaqistanê gefa ewlehiyê bû
Serokkomarê Qezaqistanê raghand ku navenda hewayî ya Emerîkayê li vî welatî gefeke cidî ji bo ewlehiya Qezaqistanê bû.
Li gorî rapora îro ya Îtartasê, Elmas Beg Atambayof nav koma nûçegihanan diyar kir: Hin welatan hişyarî dabûn me ku amade ne ger pêdivî be navenda hewayî ya Emerîkayê li Qezaqistanê bidin ber êrişa mûşekî û ev rewşa heya sala 2014an dom kir da ku ev navenda ji Qezaqistanê hat guhestin.
Serokkomarê Qezaqiatnê got: Eva yek ji hegeran bû ku Qezaqistanê biryar da baregeha hewayî ya Emerîkayê girêde ku ji sala 2001`an li balefirgehekê li Bîşkekê bû û jibo piştgiriya ji operasyona NATOyê li Efxansitanê dihat xebitandin.
Atambayof raghand ku ev welata hevhatinnameyek bi Rûsiyê re jibo mazûvaniya navenda hewayî ya vî welatî îzme kiriye ger çi li hevhatinnama nû mideha mazûvaniya navenda Rûsiyê ji 74 salan gihêştiye 15 salan.