Talibanê berpirsiyariya teqîna li rojavaya Kabolê girte ustiyê xwe
Koma Talibanê berpirsiyariya teqîna li rojavaya Kabola paytexta Efxanistanê girte ustiyê xwe.
Li gorî rapora Tasnim News`ê, berdevkê Talibanê, Zebîhullah Mucahid tevî qebûlkirina berpirsiyariya teqîna Kabolê, armanca vê teqînê 2 erebeyên cûreya `Van` ên hilgirê kedkarên serokatiya ewlehiya netewweyiya Efxanistanê da zanîn.
Ev teqîn ku li taxa şîenişîn a Kabolê li nêzikî mala Mihemed Muheqiq, cîgirê serokê cihêner ê dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Efxanistanê qewimî, ji ebr teqîna bombeya megnitîkî bûye.
Li halekî ku çavkaniyên nûçeyan dawîn hejmara goriyên vê êrîşê bîst û şeş kuştî û herîkêm çil û pênc birîndar dane zanîn; Lê Zebîhullah Mucahid berdevê Talibanê dibêje ku li vê teqînê sî û heft kedkar hatine kuştinê.
Serokomarê Efxanistanê, Mihemed Eşref Xenî jî bi weşandina daxûyaniyekê ev karê Talibanê têrorîstî da zanîn û ew şermezar kir.
Tê gotin renge hejmara goriyên vê teqînê zêde bibe.
Car caran li Kabolê teqînên têrorîstî û şer û pevçûna navbera hêzên ewlehiyê û Talibanê diqewimin ku di encamê da bi sedan kes tên kuştin.