Tîrmeh 24, 2017 08:27 Asia/Tehran
  • Dewama istîfayan li dewleta Trump; Gelo wê dor bigihêje Tîlêrson jî?!

Kanala têlêvîziyoniya CNN`a Amerîkayê ji zarê du rayedarên nêzikî Wezareta Karên derve ya Amerîkayê ragihand: ``Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson wê heta berî dawiya sala 2017`an ji posta xwe wêda here``.

Piştî pêkhatina nakokiyan navbera serokomarê Amerîkayê, Donald Trump digel berdevkê berê yê Koşka Sipî, Şan Spaysêr ku bû sedem ew dest ji aklrê xwe bikişîne, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson jî ji ber hebûna nakokiyan navbera wî û Trump, renge heta berî bidawîhatina sala 2017`an ji posta xwe wêda here.

Ev babet wek REXIT`ê li mêdyayên Amerîkayê hatiye hilêxistin.

Li ser esasa vê raporê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, li ser mijarên cûrbicûr ji wan Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar her wiha pêkhateya kedkarên wezareta karên derve ya Amerîkayê nakokiya wî digel Trump heye.

Mêdyayên amerîkî vê dawiyê qala nîqaşa Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson û Cêyms Matîsê wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê tev Donald Trumpê serokomarê vî welatî li civîna ewlehiyê ya heftiya bihurî li ser Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar kiribûn.

Li vê civînê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson berovajî meyl û daxwaza dilî ya Trump, ew razî kiriye ku sozdariya Îranê li warê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar  ji bo sê mehên din dirêj bike; Li ser esasa raporan, Donald Trump ne bi dilê xwe ev yek qebûl kiriye.

Tevî viya, Trump derdem piştî rabûna ji vê civînê kete tevgerê û dosyeya venihêrîna li Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê istand û ew da bver destê tîmeke din ku pêbaweriya wî bi wan heye û li dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar in.