Tîrmeh 23, 2017 19:53 Asia/Tehran
  • Dewama gotûbêjên dijî reformên dîwana bilind li Poloniyayê

Bi hezaran kes ji xelkê Poloniyayê bona nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî reformên dîwana bilind a vî welatî li bajarên curbicur ên vî welatî derketine kolanan.

Li gor rapora telivîzyona Firans Press`ê, neraziyên poloniyayî  ser vê bawerê ne ku  zêdexwazî û zorbêjiya Yaruslav Kaçîniskî rêberê partiya serdest li vî welatî bûye sebeb ku xelkê vî welatî bikeve bîra dewrana ku welatê wan di bin hakimiyeta komonîsmê da bûye.

Partiyên neyar li Poloniyayê daxwaza hevgirtinê kirine ta ku li hilbijartinên pêşber bikaribin li hemberî partiya serdest ser bikevin.

Nerazî herwiha ser vê bawerê ne ku reformên dîwana bilind li vî welatî serxwebûna vê saziyê kêm dikin û dibin sebeb ku dewlet ser sîstema dadweriya vî welatî serdest be.

Komîsiyona Ewrûpayê jî çarşemiya bihurî hişyarî daye dewleta Poloniyayê û ragihandiye dewama van siyasetan dê bibe sebeb ev welata bikeve ber boykotên bêhempa.