Hezîran 26, 2017 09:20 Asia/Tehran
  • Renge belgeyên navçeyên din ên

Îtartasê ragihand ku nûnerê serokomarê Rûsiyê li karên Rojhilata Navînê, Mîxaîl Bogdanof qala hitmala wajokirna belgeyên navçeyên din ên "Kêmkirina Kêşeyan" li dora nû ya gotûbêjên aştiya Sûriyê li Astaneya paytexta Qezaqistanê kir.

Wezareta karên derve ya Rûsiyê dema dora nû ya destpêbûna gotûbêjên durojî yên Aştiya Sûriyê li Astaneya Qezaqistanê, 4`ê Tîrmehê da zanîn.

Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiye xîmdarên pêvajoya gotûbêjên Astaneyê li bara çareserkirina qeyrana Sûriyê ne.

Heta niha çar dorên gotûbêjan hatine lidarxistin û serketineke baş li pêvajoya çareserkirina qeyrana Sûriyê hebûye.

Encama sereke ya dora çarem, wajokirina têgihîştinameya ji bo cihanîna aramiyê û "Kêmkirina Kêşeyan" bû.

Îran, Rûsiye û Tirkiyê li dora çarem a van gotûbêjan, têgihîştinanmeya pêkanîna çar navçeyên ewleh li Sûriyê wajo kirin ku hin navçeyan li parêzgehên Idlib, hin beşên Humsê, dorhêla rojhilata Derayê û Quneytereyê bi armanca kêmkiirna zûdem a tundiyê digire ber xwe.