Qedexebûna birina loptapan li hemî firrînên ber bi Amerîka va
May 29, 2017 13:49 Asia/Tehran
Amerîkayê ragihand ku rêwiyên ku bi balafiran diçin vî welatî nikarin bi xwe ra loptapan biben.
Can Êf Kêlî wezîrê ewlehiya hundirîn ê Amerîkayê li gotûbêja xwe ya duh yekşemê tev Fox News`ê, got: Îdî tu misafirek nikare loptapan bi xwe ra bîne nav axa Amerîka û ev qanûn li hemû balafirgehên navnetewî yên Amerîka cih tê.
Wî got rêwiyên ku tên Amerîkayê nikarin loptap û amêrên din ên elektrîkî bi xwe ra bînin nav axa Amerîkayê û tenê dikarin mobaylên xwe bi xwe ra bînin.