May 29, 2017 12:41 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê 8 kes hatin kuştin

Li gorî zanyariyên berdest, li eyaleta Misîsîpiya Amerîkayê di encama êrişeke çekdarî ya li hemberî sivîlan de 8 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, li başûrê bajarê Jacksonê, navenda eyaleta Misîsîpiyê, kesekî li 3 cihên cuda bi çekan êrişî ser xelkê kiriye û di encamê de 8 kes hatine kuştin.

Berdevkê Ofîsa Lêkolînan a Misîsîpiyê Warren Strain di daxuyaniyekê de ragihand ku kesê êtîşker li 2 cihan li Brookhaven û li cihekê li Bogue Chitto gulle li xelkê reşand û di her sê bûyeran de 8 kesan canê xwe ji dest dan.

Strain di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di nava kuştiyan de Cîgirê Rêvebirê Polîsê Bajarokê Lincoln jî heye.

Bûyer li devera Lincoln qewimiye ku li başûrê bajarê Jackson e û derdora 68 km ji navenda bajêr dûr e.

Polîsê Misîsîpiyê kesê ku teqe kiriye girtiye û lêkolînên li ser wî kesî dane destpêkirin.

Li gorî medyayên xwecihî navê kesê girtî Cory Godbolt û 35 salî ye. Di dema girtinê de, Godbolt ji rojnamevanan re gotiye ji ber ku ew ji jin û zarokên xwe hez nake serî li vê bûyerê daye