May 27, 2017 19:18 Asia/Tehran
  • Encama civîna serokên G-7`ê: Lihevkirina li bara têkoşîna dijî têrorîsmê, bêtifaqî û paşdeçûna li bara guherînên hewayê

Serokên 7 welatên dewlemend (G-7) îro di roja dawîyê ya civîna salê ya xwe ku li bara lihevkriina têkildarî guherînên hewayê û hevdengîya li warê têkoşîna dijî têrorîsmê bû, bi serokên welatên afrîqî re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji hevpeymanên xwe li G-7`ê (Ingilîs, Kanada, Fransa, Almanya, Fransa, Îtalîya û Japonê) re got ku wî hela li bara vîya ku girêdayîyê lihevkriina 2015`ê ya Parîsê têkildarî kêmkirina gazên Kerbonê be, biryar nedaye.

Rêvebirên ewropî ji ber vîya ku divê bizvirin ser mijara ku du salan berî niha hatîye wajokirin û kutabûye, bêhêvî bûne.

Bi her awayî serokên G-7`ê gotin ku lihevkirineke berfire li ser mijarên kifş ên sîyasî ji wan Sûrîye, Koreya Bakûr û Lîbîyê pêk hat.

Wan herwiha soz dan ku piştî êrişa xwekujîyê ya li Mençêstêra Ingilîsê ku di encamê da 22 kes hatin kuştinê, bi awayekî berfire jibo sekinîna li hemberî tundrêtîyê hewl bidin û ji raberkerên xizmetên înternetê û şîrketên peywendîyên giştî re gotin ku hewldana xwe jibo kontrolkirina mijar û nivîsarên tund zêde bikin.