May 26, 2017 12:49 Asia/Tehran
  • Bombebarana pêgeha DAIŞ`iyan li Fîlîpînê

Artêşa Fîlîpînê, roja pêncşemiyê li daxuyaniyekê ragihand hêzên hewayî yên artêşa vî welatî, êriş birin ser pêgeha koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeya Mîndanao`yê.

Li gorî rapora IRNA`yê, endamên koma çekdar a Maote`yê li Fîlîpînê, duh 15 kes ji wan qeşeyek li vê navçeyê rehîn girtin.

Endamên vê komê herwiha gef xwerine eger ku dewleta Fîlîpînê hêzên xwe yên leşkerî ji başûrê vî welatî dernexîne, wê rehînan bikujin.

Bi dû zêdebûna pevçûnên di navbera artêşa Fîlîpînê û terorîstên ser bi DAIŞ`ê de li girava Mîndanao`yê li başûrê Fîlîpînê, Rodrîgo Dotêrtê, serokkomarê vî welatî, li navçeya Mîndanao`yê rewşa awarte ragihand.

Li gorî ragihandina artêşê, di van pevçûnan de, 5 leşker û 2 hêzên polîsê û herwiha 26 endamên koma terorîst a DAIŞ`ê hatine kuştin û 39 leşker jî birîndar bûne.

Koma Maote ku sozdariya xwe li koma terorîst a DAIŞ`ê ragihandibû, heya niha çemd operasyonên terorîstî li Mîndanaoyê ku duyemîn girava mezin a Fîlîpînê ye, cih anîne.

Her di vî warî de jî koma terorîst a Ebû Seyaf ku ji hevgirtiyên DAIŞ`ê tê hesêb, niha li başûrê Fîlîpînê çalak e û jibilî revandina merivan li navçê, gefek jibo ewlehiya bazirganiya li vê giravê tê hesêb.