May 26, 2017 12:22 Asia/Tehran
  • Trump ji ber ku NATO bûdceya xwe ya parastinê kêm kiriye jê rexne kir

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji NATO`yê rexne kir ji ber ku bûdceya xwe ya parastinê pir kêm kiriye.

Li gor ragihandina IRIB Newsê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh li rûniştina NATO ya Brukselê  paytexta Beljîkayê desnîşan kir ku hevpeymanên Amerîkayê li NATO`yê têra xwe ji bo karûbarên parastinê pere xerc nakin.

Trump got: Hîn sedî 33 ji 28 welatên endamên NATO`yê bûdca xwe ya parastinê nedane.

Serokomarê Amerîkayê ji NATO`yê xwest berbendkirina koçberiyê û şerê li dij terorîzmê û girtina pêşiya Rûsyayê daynin nav bernamên xwe yên sereke.

Rayedarên NATO jî ji Trump xwest ku bi eşkera piştgiriya xwe ji NATO`yê diyar bike. Trump li dema kempînên xwe yên hilbijartinê NATO wek saziyeke rizî û kevn dabû nasandin.

Trump her wek rayedarên berê yên Amerîkayê got ku Ewropa ji dema kutabûna Şer Sar bûdca xwe ya parastinê kêm kiriye.

Rûniştina NATO roja pêncşemê li ber tevdîrên giran ên ewlekariyê li Brûkselê bi rê ket.