May 26, 2017 11:57 Asia/Tehran
  • Li Yûnanîstanê teqîn qewimî û Serokwezîrê berê birîndar bû

Hate ragihandin ku Serokwezîrê berê yê Yewnanîstanê,Lukas Papadîmos (Lucas Papadimos), di encama teqînekê de birîndar bûye.

Papadimos di sala 2011`an de serokwezîrtî kiribû, di encama teqîna bombeya ku di nav nameyekê de hatibû bicihkirin û di nav wesayîta xwe de dema vekir, birîndar bû.

Ev bombeya di saeta 6:30 deqîqeyên berêvarê ser dema herêmê li trombîla serokwezîrê berê yê Yewnanistanê teqiya. Komeka yûnanî ya ser navê Pîlana Hucreyên Agir, berpirsyariya vî karî girtiye ser milê xwe. Li gorî gotina polîsê Atênayê, ev bombe bi riya pakêtekê gihîştibû desê serokwezîrê berê yê Yûnanistanê.