May 26, 2017 11:53 Asia/Tehran
  • Sekinîna li hember terorîsmê, mêhwera Civîna Serokên G7`ê li Îtalyayê

Serokên heft welatên pêşeyî yên cîhanê wê ji îro ve bo mideha du rojan li Îtalyayê bi armanca şêwirîna li ser sekinîna li hember terorîsmê, civînan pêk bînin.

Li gorî ragihandina Ajansa nûçeyan a Fransayê, Paulo Cêntîlonî, serokwezîrê Îtalyayê li kêleka Civîna NATO`yê li Brûkselê li bara vê civînê got: Gotûbêj wê hêsan nebin. Em ê hemî hewla xwe bidin ta ku nihêrînên xwe nêzîkî hev bikin û ev civîna ku cihek ji bo kombûna welatên herî zengîn ên cîhanê ye, civîneka kêrhatî bibe.

Têrêza May, serokwezîra Îngilistanê jî ku vê dawiyê li welatê wê êrişa terorîstî cih hatiye li ser pêwîstiya sekinîna li hember terorîsmê pêgîrî kir.

Mijara guherîna av û hewayê ku Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, xwe ji raberkirina helwêsta li ser wê dûr girtiye jî yek ji xalên herî dijwar di vê civînê de ye ku ser wê gotûbêj wê pêk werin .