May 25, 2017 18:48 Asia/Tehran
  • Başûrê Fîlîpîn hema wisa aloz e

Artêşa Fîlîpînê ragihand di encama operasyona azadkirina dîlgirtiyan ji destê terorîstên ser bi DAIŞ`ê li bajarê Marawîya Başûrê Fîlîpînê, herîkêm heft serbaz û efserekî polîsê hatin kuştin

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, beşa peywendiyên giştî ya hêzên çekdar ên Fîlîpînê, ragihand ku pênc serbaz û du hêzên polîs di encama pevçûnên berbelav ên ji roja sêşemiyê ve digel mîlîtanên çekdar de hatin kuştin. Li hember vê yekê herîkêm 13 kesên çekdar ên ser bi terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Hêzên vê komê ser navê Maotê li bajarê Marawiyê, kontrola klînîkên xwecî girtine destê xwe û ji bilî dîlgirtinê, kontrola talara bajêr jî girtine destê xwe.

Hêzên dewletî 78 kesên sivîl li navenda dermankirinê ya Amay Pakpakê ku terorîstan ewna kiribûne mertalên mirovî, rizgar kirin.

Rodrîgo Dotirte, serokkomarê Fîlîpînê, sêşemiyê bi şev bo mideha 60 rojan li navçeya hanê rewşa awarte ragihand.

Wî dema sefera xwe ya bo Rûsiyê kurt kir û vegerya Fîlîpînê ta ku qeyrana niha bi rêve bibe.