May 25, 2017 18:17 Asia/Tehran
  • Sozdariya wezîrên niftê yên OPEC`ê li ser sozên xwe

Wezîrê niftê yê Kuwêytê ragihand: `Sozdariya welatên bifiroşê niftê li ser sozên xwe seratir ji asta çaverêkirî û serketî bûye û bihayê niftê li bazarên cehanê di heyama mehên pêşber da wê ber bi aramiyeke zêdetir va here`.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezîrê niftê yê Kuwêytê, Esam El Merzûq îro anku pêncşemiyê hevdem digel lidarxistina civîna wezîrên niftê yên OPEC`ê li Viyenê, lihevkirina navbera welatên endamê OPEC`ê û yên derveyî vê saziyê ji bo dirêjkirina 9 mehî ya kêmkirina berhemanîna niftê erênî nirxand.

Wezîrê niftê yê Kuwêytê got: `Konseya Çavdêriya li ser Lihevkirina Viyenê, daxwaza lihevkirina endaman li ser dirêjkirina 9 mehî ya lihevkirina pêşîn kiribû da ku şert û mercên hevkariya zêdetir zêdetir ji şeş mehan were dabînkirin`.

El Merzûq destnîşan kir: `Kuwêyt li ser soza xwe ya cihanîna lihevkirinameya niftî ya Viyenê maye û ji pêkhatina aramiyê li bazaraên cehanî yên niftê piştgiriyê dike û bi kêmkirina asta zexîre û ambarên niftê di asta navneteweyî da, bihayê niftê jî wê bigihêje rewşa guncawtir û mayîndetir`.

Wezîrên niftê yên 12 welatên endamê Saziya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) îro anku pêncşemiyê li Viyenê li hev civiyan û pesendnameya xwe ya sala par li ser kêmkirina asta berhemanîna niftê ji bo heyameke 9 mehî dirêj kirin.

Pêvajoya ber bi kêmbûnê va ya zexîrekirinên nifta xav bûye sebeb ku wezîrên ênêrjiyê yên welatên endamê OPEC`ê ji wan Erebistan, Iraq, El Cezayîr, Kuwêyt û Îranê vê lihevkirinê heta meha Adarê dirêj bikin.