May 25, 2017 16:19 Asia/Tehran
  • Hişyariya Can Kêrî li bara boykotkirina Îranê

Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê li ``Bahoza Twitterî`` ya xwe li bara boykotkirina Îranê hişyarî da Sênaya vî welatî.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê, Can Kêrî li 9 peyamên li ser Twitter`a xwe hişyarî da Sênaya vî welatî ku niha mijûlî hilkolandina sepandina boykotên nû li dijî Îranê ye.

Kêrî tevî pêgiriya li ser viya ku ew bi xwe 28 salan endamê Sênayê bûye, nivîsî: ``Komîteya peywendiyên derve ya Sênayê roja pêncşemiyê pêşnumaya boykotkiirna Îranê hildikolîne. Eva biryareke mezin e. Ez rêzê li desthilata komîteyê digirim``.

Wî bi gotina viya ku vê komîteyê di heyama van salan da kiryarên kêhatî li warê boykotkirinê her wiha şopandina bernameya navokî ya îranê, pêk anîne, ragihand: ``Me li warê Lihevkirina Navokî (ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar) hin hevraz û nişêv hebûn; Lê min ji gotûbêjê pêşwazî kir; Ez bi xwe û hevkarên min ên berê em li ser vlê baweriyê ne ku niha demek e ku divê em bi baldarî pêngavan rakin``.

Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê hr wiha ragihand: ``Niha dema pesendkiirna pêşnumayekle nû li dijî Îrtanê nîne``.

Wî li peyameke din ragihand: ``Gellek amor ji bo zêdekiirna zexta li ser Îranê di destê me da hene. Lê divê em destpêkê xeterên (binpêkirina) Lihevkirina Navokî hilkolînin``.

Kêrî piştra nivîsî: ``Divê em dûhatên rûbirûbûna bêyî gotûbêjê hilkolînin. Her viha divê em çawaniya pêkanîna her tevgerekê bi hevahengî an rawêjkariya digel hevpeymanên me yên ewropî ku ji bo me girîng bûne û hene, berçav bigirin``.