May 23, 2017 18:12 Asia/Tehran
  • Ciwanê 23 salî yê gumanbarê êrîşa têrorîstî li Mençistirê hat girtin

Polîsê Brîtanyayê qala girtina kesekî têkildarî êrîşa têrorîstî li Mençistirê kir.

Li gorî salixdana ajansa nûçeyan a Fransayê, polîsê Brîtanyayê roja sêşemiyê bi dayîna daxûyniyekê ragihand ku mêrekî 23 salî li başûrê Mençistirê têkildarî bûyera têroîstî ya êvara duşemiyê lêi vî bajarî girtiye.

Werzişgeha sergirtî ya Mençistirê şeva buhurî di dema lidarxistina konsêrtekê tê teqîneke bixuf û tirsnak qewimî.

Teqîn demekê qewimî ku konsêrta Aryana Grendê bi dawî dibû û gel li halê derketina ji cihê lidarxistina wê bû.

Li vê bûyerê 22 kes hatin kuştin û 59 kes jî birîndar bûn.