Nîsan 26, 2017 17:13 Asia/Tehran
  • El Qaide berpirsyariya teqîna li metroya Senpêtêrzbûrgê da ustiyê xwe

Komeka terorîst a ser bi El Qaidê ser navê Yekîneyên El Imam El Şamil, berpirsyariya êrişa terorîstî ya ser metroya Senpêtêrzbûrga Rûsyê girte ustiyê xwe.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê ev koma terorîst roja sêşemiyê ragihand Ekber Can Celîlov, endamekî vê komê, 4`ê Nîsana 2017`an, xwe di nava rêwiyên metroya Senpêtêrzborgê teqandiye.

Li daxuyaniya koma terorîst a ser navê Gordan El Îmam El Şamil, amajeyî şerrê artêşa Rûsyê bi terorîstên li Sûriyê jî bûye  û hatiye îdiakirin: Heya dema ku xelkê Rûsyê pêşiya mudaxileya welatê xwe li karûbarên Sûriyê negirin, wê berdêla vê xwetêkilkirinê bidin.

Di encama du teqînên li rawestgeha metroyê li bajarê Senpêtêrzbûrga Rûsyê de, herîkêm 14 kes hatin kuştinê û 50 kes jî birîndar bûn. Istixbarata Rûsyê di heman rojan de nasnameya sebebkarê vê bûyerê, Ekber can Celîlev, welatiyekî Qêrqîzistanê ragihandibû.