Nîsan 25, 2017 21:26 Asia/Tehran
  • Nekariya Trump li cihanîna sozên xwe

Senatora demokrat a Amerîkayê ji ber ku serokomarê vî welatî sozên ku dabûne xelkê cih neanîne, jê bi tundî rexne kir.

Li gorî rapora Press TV`yê, Êlîzabêt Warên, Senatora demokrat a amerîkî bi rexnekirina serokkomarê Amerîkayê Donald Trump ji ber cihneanîna sozên xwe, got, Trumpi soz dabû ku çareseriya pirsgirêkên karkeran bike karê xwe yê sereke lê dewsa vî karî komeka zengînan li Koşka Sipî li dora xwe kom kiriye ku dijî berjewendiyên qada karker çalakiyan dikin.

Vê senatora amerîkî, Trump tawanbar kir ku hewl dide Trumpkêr`ê bêxe dewsa xizmetên dermankirinê yên ser navê Obamakêr`ê ku Barak Obama, serokomarê berê ê demokrat ê Amerîkayê ew pejirandibû.

Donald Trump tenê serokomarê Amerîkayê ye ku li dema sed rojan destpêka serokomartiya xwe, asta herî kêm a hebandinê di nava xelkê welatê xwe de heye.