Nîsan 25, 2017 18:13 Asia/Tehran
  • Dewama nerazîbûnên li dijî dewletê li Venezeulayê

Hejmara kuştiyên nerazîbûnên li dijî dewletê li Venezeulayê gihêşt 24 kesan.

 Li gorî rapora France Newsê, li dewama nerazîbûnên li dij dewletê li Venezeulayê, dijberan çend riyên ber bi Karakasê paytexta vî welatî girêdan.

 Polîsê li dijî serhildanê jî jibo rawestana li ber neyaran gaza hêstirrêj û gullên lek bi kar anîn.

Li gorî vê raporê li encama xwenîşandana roja duşemiyê ya neyaran herîkêm sê kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

 Nerazîbûnên li kolan û çarsiyan li rojên buhurî bûye sedema alozî û pevçûnan li bajarên curbicur ên Venezeulayê.

 Neyarên dewleta Venezeulayê  hewl didin Nîkolas Madoro serokomarê bijartî yê vî welatî wêde bibin.

 Dewleta Venezeulayê, Emerîka û alîgirên  rojavayî yên  neyarên rastgir sedema  aloziyan li vî welatî dizane.