Nîsan 25, 2017 17:56 Asia/Tehran
  •  Erdheja 7.1 rîşterî  peravên Şîliyê hejand

Erdhejeke bi hêza 7.1 rîşteran vê sibê peravên rojava Şîliyê li nêzîkî Santiyagoyê paytexta vî welatî hejand.

Her çiqas di destpêkê de dijwariya pileya erdhejê wekî 6.7 hat ragihandin jî rayedaran diyar kir ku pileya erdhejê 7.1 e.

Li gor zanyariyên şahidan, avahiyên paytext Santiagoyê bi tundî hejiyan, lê derbarê ziyanan de hîn ti agahî nehatin.

Hat zanîn ku navenda erdhejê 32 kîlometriya rojavayê bajarê Walparaysoyê û li kûratiya 33 kîlometriya bin erdê rû daye.