Nîsan 25, 2017 17:46 Asia/Tehran
  • Koreya bakûr: Em bona êrişa navokî ser Amerîkayê amade ne

Wezîrê berevaniyê yê Koreya Bakûr got, hêzên leşkerî yên vî welatî bi hebûna alav û çekên navokî yên herî pêşketî, jibo êrişa ser Amerîkayê amade ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Pak Yûng Sîk, vê yekê îro sêşemiyê li rêûrisma 85`emîn salvegera damezirandina artêşa vî welatî li Piyûnyangê ragihand.

Wî destnîşan kir Koreya Bakûr çekên navokî ji bo êrişa ser ax Amerîkayê û bargehên vî welatî li Asyayê û Pahnava Aram amade kirine.

Piyûng Yangê herwiha bi minasibeta roja artêşê, îro yek ji meşqên xwe yên topxaneyî û yekîneyên avêtina rokêtan a herî mezin li pişka rojhilat û li nêzîkî devera Wûn Sanê li dar xist û li gorî raporan Kîm Cûng Ûn, rêberê Koreya Bakûr jî ji nêzîk va ew meşqa temaşe dikir.