Nîsan 25, 2017 11:12 Asia/Tehran
  • Civîna fransiyan li dij Marine Le Pen lki Parîsê

Bi sedan fransî şeva çûyî ji bo protestokirina berbijara Rasta Tundrew a hilbijartinên serokomariyê li Fransayê li meydana La Republique (Komarî) a Parîsê paytexta Fransayê civiyan

Malpera Le Figaro ya Fransayê ser vê bûyerê nivîsiye: Bi sedan kes ji dijberên Marine le Pen berbijara Rasta Tundrew a hilbijartinên serokomariyê li Fransayê diyarkirin ku wê dengê Na bidin Le Pen û ji hilbijêrên din ên fransî jî xwestin bi dengê xwe nehêlin ku Le Pen derbasî koşka serokomariyê bibe.

Rêxistin û sendîkayên curbicur ên wekî sendîkaya xwendekaran, Konfedrasiyona Demokratîk a Xebatê û Yekitiya Neteweyî ya Lîseyên Fransayê ji gelê vî welatî xwestine li dewra duyem ya hilbijartinên serokomariyê dengê xwe bidin reqîbê Marîn Le Pen anku dengê xwe bidin Emmanuel Macron.

Li hilbijartinên serokomariya Fransayê ya roja yekşemê (23 Nîsanê) Marine le Pen û Emmanuel Macron karîn derbasî dewra dudiyan ya van hilbijartinan ku roja 7 Gulenê bi rêve diçe bibin.