Nîsan 24, 2017 18:59 Asia/Tehran
  • Koreya Bakûr hişyarî da Amerîkayê

Koreya Bakûr gef li Amerîkayê xwar ku yê vî welatî ji ser xerîteya erdê jinav bibe.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, rojnama Rodung Sînmon rojnama partiya hakim a Kar a Koreya Bakûr îro duşemê ragihand; Heta Amerîka dest ji dijayetî û siyasetên xwe yên bi dijminatî dijî Piyong-Yangê li nîvgirava Koreyê bernede, Koreya Bakûr tev Waşîngtonê qet gotûbêjê nake.

Vê rojnamê nivîsî eger Amerîka bixwaze şerekê li nîvgirava Koreyê destpê bike, Pîyong-Yang dê Amerîka bitamî ji ser xerîteya erdê jinav bibe.

Rojnama Rodung Sînmon nivîsî; Amerîkayê hemû çek û sîlahên navokî û eskerî yên pêşketî şandine navça nîvgirava Koreyê ku li rewşekî wiha gotûbêja tev Waşîngtonê bêwate û b feyde ye.

Rojnama Rodung Sînmon herwisa destnîşan kir; Amerîka gelekê dixebite ta ku nîşan bide Koreya Bakûr sebeba serekeye işkesta gotûbêjên aşitîxwazane li vê navçê li du dehekên bihurî bûye ku siyaseteke wiha bi dijminatî ye.

Koreya Bakûr duh ragihand ku Pîyong-Yang amade ye ta ku bona nîşandana qudreta xwe ya eskerî gemiya balafirhilgir a Amerîkayê û du gemiyên din ên şêrr ên Japonê li Uqyanûsa Aramê sernixûn bike