Mekron û Lopen li qonaxa duwem a hilbijartinên Fransayê
Bi hejmartina zêde ji sedî 96`ê dengan, Emanoel Mekron û Marîn Lopen li dewra ewil a hilbijartinên serokkomariya Fransayê bi ser ketin.
Li gorî rapora ISNA`yê, encama destpêkê ya hejmartina dengên dewra ewil a hilbijartinên serokkomariya Fransayê hat ragihandin û Emanoel Mekron, berbijarê lîberal û navînrê, Marîn Lopen, berbijara rastgir a tundrew derbasî qonaxa dudiyan bûne. Ev du kes jibo ku derbasî koşa Êlîzê bibin dê du hefteyên din hevrikiyê bikin.
Emanoel Mekron bi ji sedî 23.86`ê dengan li dewra ewil bûye kesê yekim û Marîn Lopen bi sedî 21.43 bûye duwem.
Fransowa Fiyûn û jan Lok Milanşon jî nêzîkî sedî 19 dengan bi dest xistin. Fiyûn bi qebûlkirina işkesta xwe ji alîgirên xwe xwestiye ku di dewra dudiyan de dengê xwe bidin Emanoel Mekron.
Asta beşdariya li hilbijartinên Fransayê sedî 80 hatiye ragihandin ku mîna hilbijartinên berê li sala 2016`an e. Îsal 47 milyon farnsîyan dikarîn ku li hilbijartinê beşdar bibin.