Nîsan 24, 2017 17:05 Asia/Tehran
  • Sefera Mogêrînîyê bo Rûsyayê û destpêbûna gotûbêjên wê tev Lavrov

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa bo cara ewil di çarçêva sefereke fermî da gihêşte Moskovayê.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Li halê ku kêşeya di navbera Yeketiya Ewrûpayê û Rûsiyayê de zêde bûye, xanima Federîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê bo cara yekim li çarçîva sefereke fermî gihêşte Moskovayê û gotûbêjên wê û Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê li ser meselên di navbera her du aliyan da û alûgorên navçeyî û navnetewî destpê bûn.

Hatiye ragihandin ku naveroka gotûbêjên Mogêrînîyê û Lavrov li ser alûgorên Sûriyê, kirîza rojhilata Ukrayînê, rêketina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1 de, rewşa Efxanistanê û peywendiya Yeketiya Ewrûpayê tev Rûsiyayê ye.

Lavrov li dewra ewil a gotûbêjan got: Pêwîst e em li ser sekinîna li hemberî gefên hevpar gotûbêjê bikin.

Ji sala 2014 heta niha eva cara yekem e ku berpirsekî siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê seredana Rûsiyayê dike.