Adar 24, 2017 12:23 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Mogêrînîyê ser girîngiya gotûbêjên li bara Sûriyê li Genevayê

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa ser girîngiya gotûbêjên li bara Sûriyê li Genevayê sekinî.

Li gor rapora IRIB News`ê, FFêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê li daxûyaniya xwe ya duh pêncşemê ser girîngiya gotûbêjên li bara Sûriyê li Genevayê sekinî û ragihand ku ev gotûbêjane pêngavên girîng in bo peydakirina rêçeyeya siyasî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku kirîza Sûriyê niha kete nav 7 salan û hemû dizanin ku rêçareya eskerî qet qeyrana vî welatî çareser nake û pêwîst e û li ser agirbesa nav vî welatî çavdêrî bê kirin û hemû bi dû viya bibin ku kirîza Sûriyê ji riya gotûbêja di navbera aliyên sûrî da were çareserkirin.

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê estnîşan kir; Agirbesa ku li Astanê hate îmzakirin pêwîst e bi tamî were cihanînê û hemû aliyên ku ev agirbesa îmza kirin gere ku sozê bidin îdî vê agirbesê binpê nekin.

Mogêrînîyê ragihand; Yeketiya Ewrûpayê ji xebatên Stefan Dî Mîstora nunerê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê bona destpêkirina dewra nû ya gotûbêjên Genevayê piştevaniyê dike.

Konferansa Genevayê li bara Sûriyê ji roja pêncşemê 23 Adarê va bi pişkdariya hemû aliyên sûrî destpê bûye.