Adar 24, 2017 11:30 Asia/Tehran
  • Bulgaristan: Tirkiye nikare dersa demokrasiye bide me

Serokomarê Bulgaristanê Rumen Radev bertek nîşanî axaftinên Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan da û ragihand ku Tirkiye nikarê dersa demokrasiyê bide Bulgaristanê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Serokomarê Bulgaristanê Rumen Radev di axaftina xwe ya nav koma rojnamevanan de, bertek nîşanî axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyîb Erdogan ku gotibû ‘Bulgaristan guvaşan li tirkan dike' da û got: "Bê çawa Bulgaristan dersa demokrasiye nade, bi taybet jî ji welatên ku rêzê li hiqûqê nagirin dersa demokrasiyê wernagirin."

Rumen Radev di axaftina xwe de got: "Bulgaristan dersa demokrasiye ji tu kesî wernagire, bi taybet jî ji welatên ku rêzê li hiqûqê nagirin dersa demokrasiyê wernagire. Bawer bikin ku wê li Bulgaristanê hilbijartin bê pirsgirêk derbas bibin. Bulgaristan ne li gorî hestên tu kesî, welatekî ewropî ku li gorî hiqûqê pêngavan ra dike ye."

Bulgaristanê di 17`ê Adarê de bangî balyozê xwe yê li Enqerê Nadejda Neynski kiribû. Hikûmeta Bulgaristanê bi îdîaya ku wê Tirkiye mudaxeleya hilbijartina 26`ê Adarê bike ev biryar da. Herwiha hefteya borî bi sedema ku piştgiriya partiya DOST a tirk dike Wezareta Karên Derve ya Bulgaristanê bangî Balyozê Tirkiyê yê li Sofyayê Suleyman Gokçe kiribû.