Adar 24, 2017 11:25 Asia/Tehran
  • Swîsê Tirkiye hişyar kir: Em hewldanên îstîxbaratî yên neqanûnî vedikolînin

Wezîrê Karên Derve yê Swîsê Didier Burkhalter ji hevtûşê xwe yê tirk Mewlûd Çavuşoglu re got: "Em hewldanên îstîxbaratî yên neqanûnî yê Tirkiyê li Swîsê dişopînin.

Wezîrê Karên Derve yê Swîsê Didier Burkhalter bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî û di civînê de got: "Em ji bo giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê ku yê di 16`ê Nîsanê da bê lidarxistinê, hewldan, şopandina însanan û fealiyetên neqanûnî yên îstîxbaratî bi baldarî vedikolînin. Nabe ku Tirkiye tora xwe ya îstîxbaratê li hemberî hemwelatiyên xwe ku li Swîsê dijîn bikar bîne."

Wezîrê Karên Derve yê Swîsê Burkhalter di axaftina xwe de got: "Azadiya îfadeyê maf û nirxekî cihanî ye ku Swîs dinase, welatîyên Tirkîyê ku li Swîsê dijîn heke bixwazin bila dengê xwe li Swîsrê û yan jî bila li Tirkiyê bidin, divê hemwelatiyên tirk di vê mijarê de azad bin."

Di hevdîtinê de Burkhalter ji hevtûşê xwe yê tirk Çavuşoglu re got: "Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15`ê Tîrmehê em rewşa zahmet li Tirkiyê fêhm dikin."