Adar 23, 2017 19:31 Asia/Tehran
  • Komsyona Ewropayê nunerê Tirkîyê vexwend

Komsyona Ewropayê nunerê Tirkîyê li yêketîya vê parzemînê (Yekitîya Ewropayê) jibo dayîna îfadeyan têkildarî gotinên bêrêzîyê yên serokomarê vî welatî vexwend.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Komsyona Ewropayê wekî berteka li hemberî gotinên bêrêzane yên Receb Teyîb Erdogan li dijî welatên ewropî, nunerê vî welatî li YE`yê ban kir.

Hûrgilîyên zêde li bara vê nûçeyê nehatine weşandin. Erdogan duh bi gotina vîya ku dewletên ewropî divê rêzê li dêmokirasî û mafên mirovan bigirin, ragihand, heke Ewropa vê reftara xwe bidomîne, welatîyên ewropî idî nikarin di nava ewlehîyê da bin.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê jî di bersiva vê wesifkirina Erdogîn da bi pêkutîya ser vê yekê ku Erdogîn lingê xwe ji lihêfa xwe zêdetir dirêj kirîye, got: Li peywendîyên sîyasî yên her du welatan hin xetên sor hene ku nabe neyên berçavgirtinê.