Adar 23, 2017 15:45 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Çînê xwest ku pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê were lezandin

Serokkomarê Çînê got divê xelkê Filistînê li aştiyê bijîn û nabe ku derbe li serxwebûna wan keve.

Li gorî rapora IRNA`yê, Şî Cîn Pîng, li hevdîtina bi Binyamîn Ntanyahoo, serokkomarê Rejîma Siyonîst li Pêkênê got Çîn li ser pêkhatina welatê serbixwe yê filistînî pêgîriyê dike û divêbi awayekî lezgîn bona cihhatina vê meselê hewl were dayîn.

Li gorî gotina wî dewleta Çînê wê hewldanên xwe yên jibo hevkariya bi civaka navneteweyî pêkanîna welatê serbixwe yê filistînî bidomîne.

Xelkê Filistînê çavlirê ne ku Çîn wekî endamê hertimî yê Konseya Ewlehiya Rêxistiya Neteweyên Yekgirtî (UN) ku mafê wî yê vêtoyê heye, roleka girîng jibo pêkanîna welatê serbixwe yê filistînî û serêxwegirtina mafên filistîniyan bilîze.