Adar 23, 2017 15:44 Asia/Tehran
  • Sêrgêy Lavrov: Em bi dû rêyekê jibo beşdariya kurdan li gotûbêjên Jênêvê ne

Wezîrê karên derve yê Rûsyê destnîşan kir ku welatê wî bi dû rêyekê bona pişkdarkirina Kurdên Sûriyê li gotûbêjên Jênêvê ye ku helbet karekî dijwar e.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê rojnameya Sozcutê, Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyê li axiftinekê bal kişand ser pişkdarkirina kurdan di nava gotûbêjpên Jênêvê de û ragihand: Peydakirina rêçareyek jibo beşdariya kurdên sûriyê li gotûbêjên Jênêvê mijareka pirr girîng e. Lê cihanîna vê mijarê karekî hêsan nîne. Em dizanin ku Tirkiyê wê di vî warî de çi reftarekê bike. Me di vî warî de li gotûbêjên Astaneyê bi rayedarên Tirk re hin gotûbêj pêk anîn. Em wê gotûbêjên xwe yên bona peydakirina rêçareyekê di vî warî de bidomînin.

Wî li dewama gotinên xwe destnîşan kir:pêkan nîne ku ev mesele bimîne derengiyê. Jênêvayeka din a bêyî Kurdan nepêkan e. Stêfan Dî Mîstora, nûnerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê bicaran li ser girîngiya beşdariya Kurdan li gotûbêjên Jênêvayê pêgîrî kiriye.