Adar 23, 2017 15:08 Asia/Tehran
  • CNN`ê babeteke nû li dijî Trump aşkira kir

Kanala nûçan a CNN a Amerîkayê berûlayên nû yên têkilîya navenda propaganda hilbijartinan a serokomarê vî welatî û ûrisan aşkira kirin.

Kanala nûçan a CNN`ê şeva derbasbûyî ragihand, Dayra Lêkolînên Federal a Amerîkayê (FBI) lêzanîn hene ku anegorî wan kifş dibe kesên nêzîkî Donald Trump serokomarê vî welatî dema rikeberîyên hilbijartinên serokomarîyê, bi rayedarên ûrs ra ketine têkilîyê ta ku ser bingeha wê bi ihtimalekê li bara weşandina hin lêzanînan hevdeng bibin ku derbê li navenda propaganda hilbijartinan a Hîlarî Kilînton berbijara Partîya Dêmokirat bide.

Cîmz Komî serokê FBI`yê roja duşemîyê ev nûçeya girîng li Kongira Amerîkayê ragihand ku FBI li halê lêkolînê li bara têkilîya navenda propaganda hilbijatinan a Trump ligel Ûrsêtê ye.

Rayedarên Qesra Sipî her cure têkilî û lihevkirina di vî warî da inkar kirine.