Adar 23, 2017 13:58 Asia/Tehran
  • Raberkirina pêşnivîsa dijwarkirina boykotên li dijî Îranê li Kongira Amerîkayê

Parlimanterekî Komarxwaz li meclisa Parlimanteran a Amerîkayê, pêşnivîsa plana dijwarkirina boykotên dijî Îranê têkildarî bernama mûşekî raberî meclisa parlimanteran kir.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, Ed Rîk (Ed Royce) nunerê Kalîfornîyayê li meclisa Nuneran a Amerîkayê pêşnivîsa planekê raberî vê meclisê kir ku anegorî wê biryar e ku boykotên li dijî Îranê yên têkildarî bernama mûşekên Balêstîk bên dijwarkirin.

Ed Roys di destpêka vê pêşnivîsê da nivîsîye: Jibo berfirekirina boykotên li dijî Îranê ya li gorî bernama mûşekên Balêstîk a vî welatî û armancên din, ev plana jibo hilkolandin û pejirandinê, raberî meclisa Sêna û meclisa Parlimanteran ên Amerîkayê hat kirinê.

Dewleta Amerîkayê idia dike ku ceribandina mûşekî ya Îranê berovajî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ye û ev ceribandin wan mûşekan digirin ber xwe ku dikarin kumikên navokî hilgirin.

Komara Islamî ya Îranê bicaran ragihandîye ku mûşekên Balêstîk ên Îranê jibo hilgirtina kumikên atomî nehatine darêştinê û tu hewcetîyek bi sîleha atomî tineye û xwe tam sozdarê Peymana Qedexeya Berfirekirina SÎlehên Navokî (NPT) dizane.