Adar 23, 2017 13:12 Asia/Tehran
  • Mogêrînî: Civaka cîhanî jibo kutakirina şerê Sûrîyê amade ye

Berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê, ragihand ku civaka cîhanî jibo bidawîanîna şerê li Sûrîyê amade ye.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê bi pêkutîya li ser amadebûna civaka cehanî jibo bidawîanînaş erê Sûrîyê herwiha got: Qeyrana Sûrîyê rêçareya serbazî tineye.

Mogêrînîyê herwiha got: Alîyên şêrr li Sûrîyê niha divê rêzê li agirbesê bigirin ta ku zemîne jibo destpêkirina qonaxa veguhestina sîyasî pêk bê.

Berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê got: YE`yê mazûvana civîna welatên alîkar û piştgirê pêşeroja Sûrîyê ye lê pêvajoya muzakireyên di navbera alîyên sûrî yê şerê li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê nesekinîne.